Li Amedê gel kuçeyan terk nake 2019-08-20 14:25:38 AMED - Polisan, bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girseya ku ji bo şermezarkirin tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bû, kir. Li gel ku gelek kes birîndar bûne jî gel kuçeyan terk nake.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin, hemû rêyên ku dertên Kolana Xarpêtê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye û Kolana Lîseyê ji trafîkê re hatin girtin. Li gel dorpêça polisan jî bi sedan welatî ji saetên serê sibehê ve li vir kom dibin. Polisên ku dûrişmeyên li dijî şermezarkirina qeyûm tên avêtin hezm nake, timik gefa mudaxaleyê dixwe.    BI DEWLETBÛNÊ ÊRÎŞA XWE PARASTIN   Welatî derbasî Kolana Lîseyê bûn û xwe spartin barîyerên polisan û bi dûrişmeyan bertekên xwe nîşan dan. Polisan mudaxaleyî welatiyan kir. Li gel vê yekê jî girseyî kolanê terk nekir û çalakiya xwe domand. Dema ku welatiyan bertek nîşanî mudaxaleya polisan da , polisan ji welatiyan re got ku ew 'Dewlet in' û êrîşa xwe parastin. Paşê polisan bi çoyan êrîşî welatiyan kir û gelek welatî ji ber vê êrîşê birîndar bûn.    ÇALAKIYÊ DERBASÎ KOLANA HUNERÊ KIRIN   Ji ber ku girseyî li gel hemû astengiyan Kolana Lîseyê terk nekir, polisan vê carê bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir. Piştî mudaxaleya gazê girse xwe berdaya kuçeyan û çalakiya xwe li nav kuçeyan didomînin. Komek çalakger jî ber bi Parqa Anitê ya li pêşiya Walîtiya Amedê ve meşiya. Polisan, li Parqa Anitê êrîşî girseya ku heta vir bi dûrişmeyan meşiya kir. Girse ji vir jî derbasî semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê bû çalakiya derbasî Kuçeya Hunerê kir. Girse jî vir jî derbasî Kolana Gevranê bû. Polisan li vir jî mudaxaleyî girseyê kir.   Li gel hemû êrîş û astengiyên polisan jî çalakî her ku diçe berbelav dibin û didomin.