Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin 2019-08-20 13:10:31 WAN - Li Wanê 26 Rêxistinên Sivîl ên Civakî û partiyên siyasî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê weke darbeyê pênase kirin û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li dijî vê darbeyê deng derxin. Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê, li Wanê hat şermezarkirin. 26 Rêxistinên Sivîl ên Civakî (STO) û partiyên siyasî, li Bînaya Navendî ya Baroya Wanê hatin gel hev û daxuyaniyeke hevpar dan. CHP, HDP, Parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên Wanê, nûnerên STO'yan û parêzerên endamên baroyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar ve hat dayîn.    'TAYÎNKIRIN SIYASÎ YE'   Serok Ûçar diyar kir ku hinceta tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û wiha got: "Biryara tayînkirina qeyûman darbeya li dijî vîna gel, sindoq û demokrasiyê ye. Şarearekî ji ber lêpirsînên xwe yên beriya hilbijartinê nikare ji peywirê bê girtin. Ji ber vê yekê biryara tayînkirina qeyûman ne hiqûqî, siyasî ye. Vîna gel hatiye dizîn. Vîna gel bi qasî ku bi xwesteka kes û partiyekî neyê sererastkirin pîroz û destnêdan e."   'DIVÊ VEGERIN SER KARÊ XWE'   Ûçar di berdewamê de jî xwest ku hemû qanûn û pêkanînên Rewşa Awarte ji holê bên rakirin û ev tişt anî ziman: "Divê pê re vegera demokrasiyê çêbibe û pergala demokrasiyê ya ku ji raya xwe derketiye, careke din li zemîneke hiqûqî bê rûniştandin. Biryarên 'darbeyê' bên rakirin û hevşaredarên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin, pê re careke din vegerin ser karê xwe."    'LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE'   Ûçar bal kişand ser sekna li hemberî tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: "Ev darbe ne tenê li dijî Wan, Amed û Mêrdînê pêk hatiye. Em bi awayekî zelal aşkera dikin ku em li dijî vê darbeya ku li dijî demokrasiyê pêk hatiye ne. Em ê li dijî vê darbeyê rawestin û bang dikin ku tevahiya Tirkiyeyê li dijî vê darbeyê derkeve û bertke nîşan bide."   'QEYÛM KONTROLKIRINA VÎNA GEL E'   Piştî Ûçar Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kurukçû jî axaftinek kir û da zanîn ku qeyûm kontolkirina vîna gel e.