Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin 2019-08-20 12:51:36   AMED - Beriya ku HDP li pêş şaredariyê daxuyaniyê bide, polîsan hemû rêyên ku ji navçeyên Amedê tên ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li trafîkê girtin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hemû Hevşaredarên HDP'ê yên amedê, parlamenter û rêveberên HDP'ê bi boneya tayînkirina Qeyûm a Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar  bike xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Berhiya Temellî li Kolana Lise daxuyaniyê bide polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir. Dîsa barîkat li ser rêyên navçeyan danîn. Polîsn Kolana Xarpêtê û hemû rêyên ku tên ser şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li trafîkê girtin û gelek polîs bi maşîneyên zirxî û TOMA li ser rê rawestiyan. Eskeran jî rêyên Riha, Farqîn, Mêrdîn Xarpêt û rêyên din li trafîkê girtin û maşîne rawestandin. Welatî di kontrola GBT'ê re derbas kirin û destûr nedan ku maşîne derbas bibin. Li ser rêyên nava Amed û navçeyan rêzên dirêj hatin avakirin.