Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin 2019-08-20 12:43:58     AMED - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da û bang li raya gişti kir: "Li her derê dengê xwe bilind bikin. Jiyanê rawestînin.    HDP Eş Genel Başkanı Sezai Temelli’nin, kayyum atanan Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi önünde açıklama yapılması engellendi. Belediyeyi dünden beri zırhlı araçlarla ablukaya alan polis, HDP’lilerin belediye binası önüne gitmesine izin vermedi. Beledi binasının karşısında bulunan Lise Caddesi’nde "Direne direne kazanacağız" sloganları altında açıklama yapan Temelli, “Her yerden ses çıkartın, durdurun hayatı. Bizimkisi bir hukuk ve adalet mücadelesidir. İradenize geleceğinize sahip çıkın. Dün olduğu gibi bugün de meydanlardayız. Faşizmi yıkacağız, bu ülkeyi mutlaka özgürleştireceğiz, mutlaka kazanacağız” dedi.    Wezîre Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin ên Wan, Amed Mêrdînê kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hemû Hevşaredarên HDP'ê yên amedê, parlamenter û rêveberên HDP'ê bi boneya tayînkirina Qeyûm a Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar  bike xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî girse li pêş şaredariyê kom bûn, polîsan mudaxaleyî girsê kir. Girseya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli, Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkıran û gelek welatî amade bûn. Girse piştî rastî astengiyê hat dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Li vir Hevserokê Giştî Temellî li kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê li ber dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' daxuyanî da û wiha got: "Li her deverê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me têkoşîna mafdariyê ye. Li paşeroja xwe, li îradeya xwe bibin xwedî. Mîna doh îro jî em daketine qadan. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê vî welatî teqez azad bikin, em ê teqez bi ser bikevin."   ‘EMÊ BERXWEDANA XWE BERDAWAM BIKIN'   Temellî, diyar kir ku hûn li vir tecrîdê dibînin û wiha got: "Li vir zilm û zordarî heye. Li vir qeyûm heye. Hûn li vir wêneyê bloka AKP-MHP'ê ya faşîst dibînin. Bi faşîzmê re li hevhatin nabe. Em tu carî bi faşîzmê re li hev nayên. Li cihê faşîzm lê hebe emê li ber xwe bidin. Têkoşîna me rewa ye. Em ê mafê xwe yê têkoşîna rewa li her derê pêş bixin. Amed ya me ye. Tirkiye welatê me ya hevpar e. Em ê li vina xwe, li şaredariya xwe û li welatê xwe yê hevpar xwedî derkevin. Ev tayînkirina qeyûm li dijî vîna gel e. Xezpa vîna gel e. Em vê xezpkirina vîna gel tu carî qebûl nakin. Êrîşa li dijî azadî, demokrasî û têkoşîna gelê Kurd em tu carî qebûl nakin. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e. Li dijî gelê Stenbol û Îzmirê ye jî. Wê tu carî dengê heqîqetê qut nebe. Wê dengê HDP'ê her dem bilind bibe. 4 salin zilm û OHAL heye. Têkoşîna me jî 4 salin bilind dibe Têkoşîna me wê her dem li dijî zilm û OHAL'ê berdewam bike. Emê her dem bi gelê Tirkiye re têkoşîna xwe mezin bikin. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de li dijî rejîma otorîter vîna xwe û helwesta xwe diyar kir. Di Hilbijartina 23'ê Hezîranê de jî me vîna xwe nîşan da.    Li ku HDP hebe li wir tekoşîn heye. Îro li Kolanên Amed, Mêrdîn û Wanê têkoşîn heye. Li hemû Tirkiye têkoşîn heye. Em û gelê Tirkiye dê bi hevre bi karker û jinan re têkoşîna xwe berdewam bikin. Tu sûcê me tune evîna me heye."    OCALAN ÇAREK DIN JI BO ÇARESERIYÊ JI ÎMRALIYÊ BANG KIR   Temellî, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Binerin Birêz Ocalan carek din ji Îmraliyê bang kir. Ji bo çareseriyê û aştiyê bang kir. Li şûna ku hikûmet bersîvê bidin banga Ocalan tundiya li dijî vîna gel rewa dît. Zor û tundî rewa dît. Operasyonên Pençe û Kiran rewa dît. Hêj hesap dike ku êrîşî Sûriye bike. Em koridora aştiyê naxwazin. Em aştiyê  dixwazin. Em ji bo gelê Tirkiye, Sûriye Iraqê û hemû gelê Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin. Yên ku Komara demokratîk hezm nakin qeyûm tayinî şaredariyên me dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em bêdeng nabin. Wê nikaribin me bêdeng bikin."