Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir 2019-08-20 11:53:55 AMED -  Parlamenter, hevşeredar û rêveberen HDP’ê xwestin li dijî tayînkirina qeyûm li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin. Piştî girse li pêş şaredariyê kom bûn, polîsan mudaxaleyî girsê kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hemû Hevşaredarên HDP'ê yên amedê, parlamenter û rêveberên HDP'ê bi boneya tayînkirina Qeyûm a Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê şermezar  bike xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî girse li pêş şaredariyê kom bûn, polîsan mudaxaleyî girsê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Kolana Lise kom bûn û xwestin bimeşin pêş şaredariyê. Polîsan ew dorpêç kirin û destûr nedan bimeşin. Girseya ku xwestin bimeşin şaredariyê û tev li koma parlamenteran bibin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Destûr nedan ku girse bimeşe nokteya ku wekîl û hevşaredar lê kom bûne. Polisan bi TOMA ava şid avêt girsê. Hat diyar kirin ku di mudaxaleya polîsan de Parlamentera HDP'ê Ayşa Acar Başaran jî birîndar bû. Mudaxaleya polîsan a li Kolana Lîse ya li dijî hevşaredar û parlamenteran jî didome.