Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-08-20 11:53:24   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan, di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.