Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin 2019-08-20 11:28:26 WAN – Hevşaredarên Navçeyên Wanê bertek nişanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku wê li dijî qeyûman rawestin û wiha gotin: "Em ê heta dawî li vîna xwe xwedî derkevin. Em ê li dijî qeyûman rawestin."    Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de waliyên bajaran wekî qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji peywirê girtin. Li dijî tayînkirina qeyûman bertek û nerazîbûn zêde dibe.    Hevşaredara Tuşba  Ayşe Mînaz, diyar kir ku piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredarî ji destê qeyûmên AKP'ê girtin, êdî AKP vê yekê tehamul nake û wha got: “Tişta hatiye kirin gel bi tu awayî qebûl nake. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de xwest bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin. Me hevşaredarên xwe hilbijartin. Me pratîka berê ya Qeyûman jî dît. Em hevşaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin. Em van qeyûman qebûl nakin. Em ê li diji qeyûman têbikoşin."    ‘EV DÎKTATORÎ WÊ GAV BI GAV BÊ ŞIKANDIN   Hevşaredarê Qelqeliyê  ya Wanê Yakup Almaç jî diyar kir ku bloka AKP û MHP'ê têk çûye û wiha got: "Ji ber bloka AKP MHP'ê têk çûye serî li rêbazên cuda didin. Ev li dijî hiqûqê ye. Xezpa vîna gel e. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Ev dîktatorî wê gav bi gav bê hilweşandin. Ev niqirîskê dawî yên AKP'ê ne. Ew çi bikin bila bikin emê li vîna xwe xwedî derkevin.    ‘EM VAN PÊKANÎNAN QEBÛL NAKIN    Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn jî anî ziman ku Îktîdara AKP'ê berê jî gotibû 'Hûn bi ser bikevin jî em şaredariyan nadin we' û wiha got: "AKP vê gotina xwe ya beriya hilbijartinê gotibû niha dixe pratîkê. Bi vê yekê vîna gel xezp dike. Em vê pêkanînê qebûl nakin.    'EM Ê LI DIJÎ XEZPA VÎNA XWE RAWESTIN'   Hevşaredara Bêgirê ya Wanê Leyla Balkan jî anî ziman ku gel di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP hilbijart û wiha got: "Gel di hilbijartinê de bersîv da AKP û qeyûman. Gel di hilbijartina 31'ê Adarê de hevşaredarên HDP’î hilbijartin. Xwest HDP şaredariyê bi rêve bibe. Em her dem li cem gelê xwe ne. Em ê bi gelê xwe re li vîna xwe xwedî derkevin. Em ê her dem li dijî xezpkirina vîna xwe rawestin."