DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye 2019-08-20 11:13:26   STENBOL - DÎK'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û ev tişt ragihand: "Tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên ku bi hilbijartinê hatine ser kar ne tenê darbeya li dijî gelan e, di heman demê de darbeya li dijî aştiya civakî, ehlaq, hiqûq û nirxên hevpar ên mirovahiyê ye jî."   Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. DÎK'ê diyar kir ku desthilata dema ku derfetên aştiya civakî çêdibin, ji bo ku vê hêviyê hilweşînin tişta ji destê wan tê dikin û wiha got: "Çirûskên aştiyê jî temûl nakin. Hilbijartina bajarên mîna Amed, Mêrdîn û Wan û tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên ku bi hilbijartinê hatine ser kar ne tenê darbeya li dijî gelan e, di heman demê de darbeya li dijî aştiya civakî, ehlaq, hiqûq û nirxên hevpar ên mirovahiyê ye jî. Ev yek berbelavkirina xerabûnê ya ser rûyê erdê ye. Fitne û fesadî ye. Biçûkxistina nirxa mirovan, hîş û vîna ku Xwedê daye mirovan e."   Di dawiya daxuyaniyê de jî DÎK'ê ragihand ku ew li dijî xestpkirinê dertên û aliyê wan timik aliyê aştiyê ye.