Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin 2019-08-20 11:12:59   QERS - Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya li Stenbolê de girtin.    Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Şevin Alaca ya li Stenbolê de girtin û lêgerîn kirin. Alaca ku wê saetê li Qersê bû, der barê serdegirtinê de agahî da. Alaca, diyar kir ku polîsan serê sibê bi ser mala wê û birayê wê de girtine û sedema serdegirtina malê fêr nebûne. Alaca, anî ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşatinê heye, sedem fêr nebûne û polîsan bi riya birayê wê xwestine biçe îfadeyê bide.