Dadgehê di doza Dink de biryar da 2019-07-17 16:23:36 STENBOL - Heyeta dadgehê di doza cînayeta Hrant Dink de biryar da. Dadgehê li bersûc Erhan Tuncel 99 sal û 6 meh û li Yasin Hayal 7 sal û 6 meh û li Ogun Samast jî 2 sal û 6 meh ceza birî.  Danişîna doza 9 bersûcên ji kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink tên darizandin, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de bersûc Erhan Tuncel û bersûcên din Osman Hayal û Ersin Yolcu ji Trabzonê û bersûcê girtî Yasin Hayal û Ogün Samast jî ji girtîgehên lê bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Bersûcan li hemberî îdîayên der barê xwe de parastin kirin. Piştî bersûcan parastin kir heyetê navber da û piştî navberê biryar da. Heyeta dadgehê di doza cînayeta Hrant Dink de biryar da. Dadgehê li bersûc Erhan Tuncel 99 sal û 6 meh û li Yasin Hayal 7 sal û 6 meh û li Ogun Samast jî 2 sal û 6 meh ceza birî.