Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir 2019-07-17 15:35:03 AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullhah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî ziyaret kir û got: “Hevrê Zulkuf te û hevalên xwe siberoja me ronî kir. Tu bû ronahiya rêya me."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, gora Zulkuf Gezen ê di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, ewil malbata Gezen ziyaret kir û piştre malbata Gezen ziyaret kir. Guven û parlamentera HDP’ê Saliha Aydeniz û Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi hevre malbata Gezen a li navçeya Rezan a Amedê ziyaret kirin.    ‘ZULKUF PEYAMEK XURT DA'   Dema Guven û Havva Gezen hevdîtin kirin demek hestiyar derket holê. Guven, di ziyaretê de anî ziman ku Gezen ji bo tecrîd bê şikandin pêşengî kir û wiha got: "Dibe ku min ev hamle da destpêkirin, lê Zulkuf û hevalên xwe pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Peyamek xurt da. Peyama "Em li rêberê xwe û gelê xwe xwedî derdikevin" dan dewletê. Dîsa bang li gelê Kurd kir ku rabin ser piyan. Peyam da gelê Kurd.    ‘GELÊ KURD BI ZULKUF BI RÛMET E'   Guven, anî ziman ku wan soz daye Gezen û hevrêyên wî yên li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û wiha got: "Ji bo azadiya gelê kurd em ê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Em derketin rêyek pir zor û zahmet. Me got an em ê vê tecrîdê bişkînin an jî em vê jiyanê qebûl nakin. Gelê Kurd bi Zulkuf  serbilind û bi rûmet in."    Guven û heyeta li gel wê piştî malbata Zulkuf Gezen ziyaret kir, derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gora Zulkuf a li Yenikoya Rezan ziyaret kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari jî li gel Guven çûn gor ziyaret kirin. Guven, li ser gorê jî got: "Dengê birêz Ocalan hat bihîstin. Li hemû cîhanê belav bû. Min soz dabû dayika Havva. Min mizgîn anî ji tere. Aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Ocalan  pêkan e. Ji ber ku te ev hêza Ocalan zanîbû te ev çalakî li dar xist. Bila cih û warê te bihişt be. Bila dilê de şad be."