Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat 2019-07-17 15:23:01 HEWLÊR - Li Hewlerê, li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê yên li restorantekê xwarin dixwarin êrîş pêk hat. Hat diyar kirin ku kuştî û birîndar hene û dinava kesên jiyana xwe ji dest dan de dîplomatek Tirk jî, heye. Li bajarê Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Federe, li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê yên li restorantekê xwarin dixwarin êrîş pêk hat. Di êrîşa bi çek de, kuştî û birîndar çêbûn. Hat diyar kirin ku dinava kesên jiyana xwe ji dest dan de, dîplomateke Tirk jî heye.   Hat ragihandin ku ku di êrîşê de 3 dîplomantên Tirk jiyana xwe ji dest dan.    Piştî bûyerê gelek hêzên ewlekariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, rêyên diçin Hewlêr-Silêmaniyê û Hewlêr-Kerkukê hatin girtin.