Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye 2019-07-17 14:56:33 ENQERE / ÊLIH / STENBOL – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan têkildarî salvegera 33’yemîn a ÎHD’ê axivî û got: “Heta destûrek bingehîn a demokratîk û nû neyê çêkirin, dê anîna çareseriyê ne mimkin be.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 33 salî ye. Beriya 33 salan komele hat ava kirin û bênavber ji mafên mirovan re xizmetê dike. Bi wesîleya salvegera damezrandina ÎHD’ê daxuyanî hatin dayîn. Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi minasebeta salvegerê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên saziyên civakî yên sivîl beşdar bûn. Pankarta “ÎHD 33 salî ye. Têkoşîna me ya Mafên Mirovan,  Demokrasî û Aştiyê Didome û dê Bidome” vekirin.    KÊLIYEK JÎ GAV PAŞ VE NEAVÊT    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da û bi bîr xist ku ÎHD di di 17’ê Tîrmeha 1986’an de bi îmzeya 98 kesan hatiye avakirin. Turkdogan da zanîn ku ÎHD xebatên derbarê mafên mirovan û azadiyan de dike û got: “Xizmên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, weşanger, parêzer, akademîsyen, bijîşk, mimar, endezyar, mamoste di nava damezrandina wê de cih girtin. Em sazûmankarê xwe yên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Ji roja ÎHD ava bû heta niha li Tirkiyeyê behsa mafên mirovan û demokrasiyê dike. Ji bo pirsgirêkên li pêş mafên mirovan û demokrasiyê rabin têdikoşe. Vê têkoşîna ÎHD’ê ji bo hişmendiya mafên mirovan û çandê ava bike piştgiriyek mezin girîng kiriye.”    DÊ PARASTINA AŞTIYÊ DEWMA BIKIN    Turkdogan anî zman ku yek ji aramancên girîng û esasî ya têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ew e ku Destûra Bingehîn a 1982’an red dike û dixwaze destûra bingehîn a nû û demokratîk pêk were û wiha got: “Ancak ji ber ku Tirkiye pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser nekiriye, li şûna demokratîkbûyîne rejîmek destûra bingehîn a antî demokratîk hatiye sazkirin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn pirsgirêka Kurd e. Ji ber ev pirsgirêk nayê çareserkirin rûxandinên mezin didome. ÎHD her tim mafê aştiyê parastiye û dê vê parastinê jî dewam bike. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê em carek din bibîr dixin ku neçare pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.”    Turkdogan got ji bo mafên mirovan û demokrasiyê ya Tirkiyey3e gelek tiştên bên vegotin hene û di dawiya axaftina xwe de daxwazên parêzvanên mafên mirovan rêz kir.    LI ÊLIHÊ SALVEGER HAT PÎROZKIRIN    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bi rasthatina salvegera ÎHD’ê ya 33’yemîn li avahiya xwe daxuyanî da. Parêzvanên mafên mirovan, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr û hunermend beşdar bûn. Daxuyaniya hat amadekirin Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asutay xwend û behsa têkoşîna mafên mirovan, demokrasiyê, azadiyê û aştiyê ya ÎHD’ê kir.    Piştî daxuyaniyê pasteyê ji bo salvegerê hatibû amadekirin Hevşaredar Songul Korkmaz birî. Korkmaz got “Bi hêviya salên ku mafên mirovan neyê binpêkirin.”    Piştî birîna paste hunermendên Navenda Çanda Biharê stran gotin.    STENBOL   Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi boneya salvegera damezrandina 33'yemîn a ÎHD'ê li Qada Sultanahmedê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberên ÎHD, xizmên windayan, mafparêz û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan destûr neda lê li ser israra mafparêzan daxuyanî dan. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî daxuyanî da û da zanîn ku ÎHD binpêkirina mafan ne tenê ji Tirkiyeyê re ji hemû cîhanê re ragihand. Yolerî got armanca bingehîn a ÎHD'ê ew e ku xwedî li mafên jiyana mirovan derkeve. Yolerî anî ziman ku ÎHD ji roja avakirina xwe ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê dixebite û piştgiriyê dide demokratîkbûyînê. Yolerî da zanîn ku pêdivî bi pêvajoya aştiyê heye. Yolerî got ew ê têkoşîna xwe ya mafên mirovan û demokrasiyê bênavber dewam bikin.