Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya 2019-07-17 14:17:53 RIHA – Osman Çîçek yek ji wan ciwanên ku alîkarî dê ji Kobanê re bibira û di êrîşa DAIŞ’ê de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye. Çîçek wiha gotibû: “Min di lîsteyê de binivîsînin. Ez tamîrê dikim, belkî pêdivî bi min jî hebe.”    Bi pêşengiya Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan ji bo alîkarî bibin ji zarokên Kobanê re di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê kom bûn. Ciwanan piştî daxuyanî da dê derbasî Kobanê bibûna. DAIŞ’ê li dijî ciwanan êrîşa bombeyî pêk anî û di komkujiyê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes jî birîndar bûn.    KÊLIKA GORA WÎ ŞIKANDINE    Yek ji van ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Osman Çîçek bû. Malbata Çîçek ji navçeya Pirsûsê koçî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê kirine. Çîçek ji Kaniya Xezal diçe Pirsûsê cem ciwanên sosyalîst. Malbata Çîçek bi êşa roja ewil dijî. Dayika Çîçek, Îslîm Çîçek da zanîn ku kujeran dê qet efû neke û got: “Ez hêvîdarim tiştên bi serê me ve hatin dê bi serê wan de jî werin. Kêlika gora kurê min şikandine. Li dijî kesek hatiye kuştin dijminî tê kirin gelo? Jixwe we çi kiribe kiriye hêj hûn çi dixwazin?”    DÊ JI ZAROKAN RE ALÎKARÎ BIBIRA    Çîçek a dema behsa tiştên qewimîn dikir hêsir ji çavê wê dibirayan û wiha got: “Sibeha cejnê bû. Min ji keça xwe re got taştê amade bike dê Osman biçe kar. Min wî ji xewê rakir û pişt re ji malê derket. Min got tu diçî ku va taştê amade ye. Ji min re got ‘Ez ê taştê nexwim.’ Ez neketim pey wî. Çûm cem zarokê cîranên me. Wê alîkarî ji zarokên sêwî yên Kobanê re bibira. Haya min jê tune bû. Çûye cem mala xalê xwe û li wir taştê xwariye. Birayê min gotiye ‘Osman meçe.’ Lê guhdar nekiriye. Çûye serdana biraziyê min ê kaza kiriye. Her êvar diçû cem wî û pê re sohbet dikir. Em difikirîn ku ku piştî cejnê wî bizewicînin. Me dengê xwe jê re nedikir û me tiştek jê nedipirsî.”    BI HEVALÊ XWE ZAROKATIYÊ RE ÇÛYE    Çîçek da zanîn ku lawê wê bi hevalê xwe Kasim Deprem re jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Ew û Qasim bi hev re mezin bûn. Dema dayika Qasim jiyana xwe ji dest da, her tim li gel Osman dima. Li gel ku zanîngehê qezenc kir û çû jî ji Osman venediqetiya. Her duyan pirr ji hev hez dikir. Ji hev venediqetiyan.”    'MIN JÎ LI LÎSTEYÊ BINIVÎSÎNIN’    Çîçek diyar kir ku lawê di serdema berxwedana Kobanê de jî tim diçû Pirsûsê û dihat û got: “Xortan ji bajarên din hatine pêlîstok anîne ji bo zarokên Kobanê. Osman ji wan re gotiye ‘Min jî di lîsteyê de binivîsînin. Em jî biçin. Em tamîrê dikin belkî pêdivî bi me hebe.’ Tenê ji bo alîkariyê û xweşiyê dixwest biçe. Tekane armanca wan ev bû.”    ‘QEY ME GOT DIÇE DIKANÊ’    Bavê Çîçek, Mehmet Çîçek jî destnîşan kir ku lawê wî kesek pir henûn û bêdeng bû û wiha got: “Karê tamîra tekqiyan dikir. Bi tu kesî re pirsgirêkên wî tune bûn. Li hewşa malê radiketibû û serê sibê rabû û çû. Qey me got wê biçe dikanê. Roja bûyerê min li malê li televîzyonê temaşe dikir. Min dît ku li Pirsûsê teqîn pêk hatiye. Dema min li nûçeya temaşe dikir, agahî dane cîranên me. Ew jî hatin ji me re gotin. Gotin ku Qasim û Osman di teqînê de şehît bûne. Em rabûn çûn Pirsûsê. Qelebalixiyek mezin hebû. Piştî teqînê cenazeyê wî dibin Dîlokê. Rojeş şûn ve jî me cenaze veşart.”