Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin 2019-07-17 13:33:28   STENBOL - Di doza Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de, dozger ji Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karê Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan re ceza xwest.    13'emîn rûniştina doza Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Aykol, Eren Kesekîn û Midura Karê Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên bersûc beşdarî danişînê  nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû. Hat diyar kirin ku dosyeya Keskîn hatiye veqetandin û ji bo doza sereke ya Ozgur Gundemê ya li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin, hat şandin.    DANIŞÎN HAT TALOQ KIRIN    Dozger di danişînê de mutalaeya xwe aşkere kir û xwest Lutfî Yavûzaslan, Methî Kaya, Îslam Tuner, Hasan Başak, Kemal Yakût û Huseyîn Aykol ê nivîsên wan di rojnameyê de hatin weşandin, bi sûcdariya “Ji bo kirina sûc bi awayekê vekirî tehrîk kirin”, “Pesenê sûc û sûcdar dayîn” û “Propagandeya rêxistinê kirin” bên cezakirin. Doz ki ji bo Çapan jî bi heman îdîaya ceza xwest.      Şandeya Dadgehê, ji bo parêzer li dijî mutalaeya dozger parastin bikin, dem da û danişîn taloqî 21’ê Mijdara 2019’an kir.