'Dinyayek bêîşkence mimkin e’ 2019-06-26 14:57:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re daxuyanî dan û zêdebûna îşkenceyê ya li welat pêkanîna bêcezakirinê nîşan dan û gotin “Dinyayek bêîşkence mimkin e.” Îro Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re ye. Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya rojê li gellek bajaran daxuyaniyên çapemeniyê li dar xistin.    AMED    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Înisiyatîfa MAF, Odeya Bijîşkan a Amedê û Baroya Amedê li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, ji îşkenceyê re na” vekirin.    Endama TÎHV’ê Elîf Turan daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xend. Turan got Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1997’an de peymana li dijî îşkenceyê û muameleya xerab a rûmet şikandinê 26’ê Hezîranê wek Roja Piştevaniya yên Îşkenceyê Dibînin re îlan kiriye. Turan da zanîn ku îşkence teqez qedexe ye û got: “Îşkence qedexe ye. Mafê tu kesî nîne dest bide mafên kes. Divê bi her awayî mafên mirovan bê parastin.”    ‘DINYAYEK BÊCEZA MIMKIN E’    Turan anî ziman ku di jiyana rojane de îşkence rûtîn bûye her kes tê îşkencekirin û got: “Di demên dawî de li gellek deveran îşkence li însanan tê kirin. Îşkenceya li Xalfetiyê mînaka dawî ye. Em wek parazvanên mafên mirovan dixwazin îşkence bi dawî bibe û em ê li dijî îşkenceyê têbikoşin. Dinyayek bêîşkence mimkin e.”    EDENE    Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gellek parêzvanên mafên mirovn beşdarî civînê bûn û pankarta “Li dijî îşkenceyê bêdeng nemîne û nebe şirîkê vî sûcî” vekirin. Parêzer Zelal Demîray daxuyanî da û diyar kir ku îşkence tenê li ser kesek tê kirin û di şexsê kes û koman de civakê çavtirsandî dikin. Demîray da zanîn ku li derve û li girtîgehan îşkence pir zêde bûye û gellek binpêkirina mafan pêk tê û zêdebûna binpêkirina mafan û îşkenceyê ji ber pêkanînên bêcezakirinê yên li welat dide zêde dibin. Demîray anî ziman ku îşkence bûye polîtîkayek dewletê û divê demildest dawî li polîtîkaya îşkence û bêcezakirinê were. Demîray her kesî vexwend têkoşîna li dijî îşkenceyê.    ENQERE   Li Enqereyê jî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV), Baroya Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Sendîkaya Xizmeta Kedakrên Civakî û Tenduristiyê (SES) Û Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rasthatina rojê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê pêk hat û gellek kes beşdar bûn. Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Rêvebera Navenda ÎHD'ê Nuray Çevîrmen li ser navê saziyan metna daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku tu hêcet û şert ji îşkenceyê nikare bê nîşandan û îşkenceya li navçeya Xalfetî ya Rihayê û li Emniyeta Enqereyê pêk hat bibîr xist. Çevîrmen da zanîn ku têkildarî van îşkenceyan tu lêkolîn nayê kirin û raya giştî nayê ronîkirin.    Parlamenter Gergerlîoglu jî di daxuyaniyê de li ser rojê axivî û behsa îkence û binpêkirina mafên mirovan kir.    RIHA   Baroya Rihayê jî têkildarî rojê li ber avahiya xwe bi beşdariya parêzeran daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberê Baroyê Mevlut Guneş daxuyanî da û da zanîn ku ew ê li dijî îşkenceyê têbikoşin û xwest îşkence bi dawî bibe.    WAN    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê jî daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet anî ziman ku welat bi îşkenceyê re rû bi rû maye û her dever veguheriye qada îşkenceyê. Melet got îşkence tenê li însanan tê kirin di heman demê de li xwezayê û sewalan jî tê kirin. Melet destnîşan kir ku divê îşkencekar demildest bên darizandin û got: "Dixwazin Kurdîstanê  veguherînin îşkencexaneyê."