Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn 2019-06-26 13:20:13 RIHA – Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê yên bi boneya piştevanî dabûn grevên birçîbûnê û hatin girtin tahliye bûn.  Li Rihayê HDP’ê û DBP’ê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ji bo çend rojan li dar xistibûn. Polîsan çalakvanan binçav kiribû û di operasyonê de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Rihayê Bekîr Karakeçîlî hatibûn girtin. Danişîna duyemîn a dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Li gel hevserokan Hadle Ogur û Şukru Turgut yên ne girtî jî tên darizandin. Siyasetmedar bi îdaya “alîkarî dane rêxistinê” tên darizandin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û parêzer di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. Hevserok Kizildamar û Karekeçîlî parastina xwe kirin û sûcdariya li ser xwe red kirin û xwestin bên berdan.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin bên berdan. Dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir û biryara berdana hevserokan da. Danişîn taloqî 24’ê îlonê hat kirin.