Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin 2019-06-26 12:59:44 STENBOL – Ayşe Çelîk a mamoste ku beşdarî bernameya televîzyonekê bû û ji ber gotibû “bila zarok nemirin” bi îdaya “propaganda rêxistinê” kiriye dihat darizandin hat beratkirin.  Mamoste Ayşe Çelîk di sala 2016’an de bi telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show a Kanal D’yê bû û ji ber gotibû “Bila zarok nemirin” bi îdaya “Propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin. Danişîna doza Çelîk li Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê hat dîtin.    Dadgeha Bakirkoyê beriya niha salek û 3 meh ceza li Çelîk birîbû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vî cezayî wek binpêkirina azadiya îfadeyên nirxand. Piştî biryara AYM’ê doz ji nûve hat dîtin. Çelîk û parêzerê xwe Ramazan Demîr di danişînê de amade bûn. Parlamentera CHP’ê ya berê Zeynep Altiok jî beşdarî danişînê bû.    Piştî parastinên hatin kirin dadgehê biryara AYM’ê li ber çav girt û biryara berata Çelîk da.