Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin 2019-06-26 12:06:26 AMED - Di danişîna duyemîn a rojnmager Bêrîtan Canozer dadgehê bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salî ceza ceza lê birî.  Danişîna duyemîn a doza nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer a bi îdiaya "Endamtiya rêxisinê" tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Canozer, parêzerê wê Resul Temur, hempîşeyên wê û malbata wê beşdarî rûniştinê bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir.   Piştî ku beyana şahid Canan Ceylan hat xwendin Canozer da zanîn ku ew vê îfadeyê qebûl nake û tiştên wê kiriye di çarçoveya rojnamegeriyê de ne.    Dozger mutalayê eşkere kir û ji 7 salan heta 15 salî cezayê girtîgehê ji Canozer re xwest. Canozer a ku mutalayê qebûl nekir ji heyeta dadgehê dem xwest.   Piştre Parêzer Resul Temur parastin kir û got: "Canan Ceylan ji ber endamtiya rêxistinê 3 salan li girtîgehê ma û ji zagona poşmaniyê fêde girt. Tê îfadekirin ku muwekîla min bi endamên rêxistinê roportaj kiriye lê ev roportaj li holê tune ye." Tamur ji bo parastinê dem xwest.    Piştî parastinan heyeta dadgehê dema ku parêzer xwest qebûl kir û bi vê hêcetê danişînê tarloqî meha cotmehê kir.