Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê 2019-06-26 11:21:20   STENBOL – Li Fatîha Stenbolê jinek ji Tacîkîstanê serê sibê ji aliyê kesek an jî hin kesên nasname nediyar ve bi îşkenceyê hat kuştin.    Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê jinek ji Tacîkîstanê serê sibê kesek an jî hin kesên nasname nediyar ve îşkence lê kirin û ew kuştin. Piştî jina kuştî hat dîtin komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatkarên tenduristiyê lêkolîn kirin û diyar kirin ku jina navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest daye û rakirin morga nexweşxaneyê.    Polîsan di lêkolîna têkildarî cenaze pêk anî de tespît kirin ku bi îşkenceyê hatiye kuştin.    Polîsan lêpirsînê dan destpêkirin.