Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin 2019-06-26 10:59:11 AMED – Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmut Alinbay li navçeya Pîranê bi girseyî hat veşartin.  Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmut Alinbay (Adnan Pîro) yê di pevçûna 22-23’ê hezîranê de li Dersimê jiyana xwe ji dest da li navçeya Pîranê ya Amedê bi girseyî hat veşartin. Malbatê çû ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenazeyê zarokê xwe wergirt û bi rêya bejahiyê birin Pîranê. Cenaze li Pîranê bi girseyî û berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin û merasîm hat lidarxistin.    Parlamentera HDP’ê, rêveberên HDP’ê û gellek welatî beşdarî merasîmê bûn. Girseyê cenaze di bin dorpêça polîsan de birin goristanê û tevî hemû astengiyên polîsan jî veşartin.    Hat gotin ku mizgefta li navçeyê dê şîn lê bihata dayîn li ser fermana Qeymamiya Navçeyê hatiye girtin.