Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-06-26 10:44:27 STENBOL – Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî qelibî û 11 kes mirin û û 30 kes jî birîndar bûn.  Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî berdestî sibehê qeza kir. Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan.