Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin 2019-06-24 14:44:39 RIHA - Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê di jêrzemîneke ku xwe spartbûyê de şewitandibûn û kuştibûn, piştî 40 mehan hat teşhîsakirin û radestî malbata xwe hat kirin.  Cenazeyên kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê hatin kuştin, li goristanên bêkesan tên rawestandin. Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan ku dema êrîşên "Jêrzemînên Wehşetê" di 16'ê Sibata 2016'an de hatibû şewitandin û kuştin, piştî 40 mehan hat teşhîzkirin û radestî malbatê xwe hat kirin. Malbata Aslan ku piştî rakirina qedexeyê ji bo girtina cenazeyê keça xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dabû, piştî 40 mehan hîn kir ku cenazeyê keça wan li goristana bêkesan a Rihayê ye.    Malbat Aslan piştî teşhîskirinê, cenazeyê keça xwe girt û ber bi Wanê ve ket rê. Dê cenazeyê Aslan li goristana taxa Yenî Mahalle ya Wanê bê definkirin.