Qamyona ka lê barkirî qelibî 2019-06-24 14:23:16   AMED - Li Amedê qamyoneke ka lê barkirî qelibî û 7 kes birîndar bûn.    Li gundê Zeynikan ê navçeya Sûrê ya Amedê, qamyona bi pîlaqeya 63 N 7101 ku balyeyên kayê lê bakirî, ji kontrolê derket û qelibî. Di encam qezayê de ajokar Mehmet Sûmak jî di nav bi giştî 7 kesên ku têdebûn birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê li ser agahdariyê hatin cihê qezayê birîndar rakirin nexweşxaneyên cûda yên bajar.    Her wiha ji bo rakirina qamyona ku qelibî jî xebat hat destpêkirin.