Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike 2019-06-24 14:07:10   STENBOL - Danişîna doza Karsaz Osman Kavala yê ji ber "Bûyerên Gezî" tê darizandin dest pê kir. Kavala, dîyar kir ku armanca îdîanameyê ne ewe ku sûc û sûcdar ronî bike û wiha got: "Girtina demdirêj êdî bûye wekî ceza. Bi vê îdîanameyê armanc dikin ku bi sed hezaran mirovên tev li bûyerên Gazî bûn bê îtîbar bihêlin."    Danişîna doza 2 jê girtî, 6 fîrar û 16 kesên Karsaz Osman Kavala jî di nav de tên darizandin, li 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kampusa Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê dest pê kir. Piştî tespîta nasnameyan Karsaz Osman Kavala parastin kir. Kavala anî ziman ku 20 mehin girtî ye û sedema girtîbûna wî li dijî mantiq û îdîayan e. Kavala, destnîşan kir ku pêvebendiyek fantastik ava kirine û wiha got: "Ev sucdarkirina min li dijî rastiyan e. Bi temamî rûmeta mirovan dişkîne. Min di hemû temenê xwe de serî li rêbazên ku ji xeynî hilbijartinên azad zorê li guhertina rêveberiyê bikim nedaye. Her dem ji bo demokratîkbûna welat ez ketime nava hewldanan. Ez di nava gelek rêxistinên civaka sivîl de cih digirim. Lê tu carî planên min ên veşarî çênebûn. Min nivîsên ku bêhiqûqiya dozên Ergenekon û Balyozê digirin dest nivîsandin. Min her dem di nava xebatên civaka sivîl de cih girtin û hemû planên min aşkere û zelal in. Tu carî plan û xebatek min a veşarî çênebû. Ji ber vê yekê hemû sucdariyên der barê min de bê bingeh û ji rastiyê dûr in. Di bûyerên Gezî de bi sed hezaran kesên kom bûn daxwaza edalet û aştiyê kirin. tu cudahiya min a ji sed hezaran kesên li Parka Gezî kom bûn tune ye. Ez tahliye û beraata xwe dixwazim."    Danişîna doza Kavala didome.