Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd 2019-06-24 10:16:02 NAVENDA NÛÇEYAN – PEN’a Kurd 10’emîn Kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de zimanzan û nivîskar Samî Tan û nivîskar Aslihan Yildirim wek hevserokên PEN’a Kurd hatin bijartin.  PEN’a Kurd a ku bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e” 10'emîn Kongreya xwe li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê li dar xist, rêveberiya xwe ya nû bijart. Di hilbijartinê de 80 endamên PEN’a Kurd dengên xwe bi kar anîn.   Piştî hilbijartinê nivîskar Bêrîvan Dostkî û Şerzad Hesen ji bo serokatiya rûmetê ya PEN’a Kurd hatin bijartin.    Zimanzan û nivîskar Samî Tan û nivîskar Aslihan Yildirim jî wek hevserokên PEN’a Kurd hatin hilbijartin.