Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû 2019-06-23 21:55:31   QAMIŞLO - Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo motorsêklêteke bombekirî teqiya û sivîlek bi sivikî birîndar bû.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Li taxa Hilêliyê ya dikeve rojavayê bajarê Qamişlo li nêzî geraca serwîsan motorsêklêteke bombekirî teqiya. Di teqînê de sivîlek bi sivîk birîndar bûn. Hêzên Hawarê birîndar rakirin nexweşxaneyê.   Hêzên Asayîşê li ser teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.