Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin 2019-06-23 21:50:01   ENQERE – Serokê YSK’ê Sadî Guven têkildarî hilbijartina Stenbolê got: “Dema pêvajoya îtîrazê bi dawî bibe em ê mazbatayê bidin.”    Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Sadî Guven têkildarî hilbijartina Stenbolê ya nû bû daxuyanî da. Guven got: “Hilbijartina Stenbolê ya nû bû bi dawî bû. Hilbijartin di nava aramiyê de derbas bû. Em ê di demek kin de encama hilbijartinê eşkere bikin. Derbarê yên ku li benda rakirina qedexeya weşanê nesekinîne de biryara giliyê sûc bê kirin hatiye girtin. Pêvajoya îtîrazê heye. Dema pêvajoya îtîrazê bi dawî bibe em ê mazbatayê bidin.”