Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn 2019-06-23 20:52:48 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî encamên nefermî yên hilbijartina Stenbolê ji 39 navçeyan li 11 navçeyan Bînalî Yildirim li pêş e û li 28 navçeyan jî Ekrem Îmamoglu hat destekkirin û derket pêş.   Li gorî encamên hilbijartina Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin ji sedî 99,4 sindoq vebûn. Li gorî van sindoqan namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu ji sedî 54 deng wergirt û namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim jî ji sedî 45 deng wergirt.    Di hilbijartina 31’ê Adarê de ku hat betalkirin AKP ji 39 navçeyên Stenbolê li 23 navçeyan bûbû yekemîn. CHP jî 15 navçe bi dest xistibûn. MHP jî li navçeyek bûbû yekemîn. Di vê hilbijartina hat nûkirin de AKP tenê li 11 navçeyan bû yekemîn û vê carê namzetê CHP’ê Îmamoglu jî li 28 navçeyan bû yekemîn û bi piraniya dengan wergirt.    Navçeyên ku AKP’ê destek kirin wiha ne: Arnavutkoy, Bagcilar, Başakşehîr, Esenler, Gazîosmanpaşa, Gungoren, Kagithane, Pendîk, Sultanbeylî, Sultangazî û Umraniye.    Di hilbijartinê heta îro de li navçeyên Fatîh, Bahçelîevler, Bayrampaşa, Çekmekoy, Eyup û Uskudar ku AKP dibû yekemîn û piraniya dengan werdigirt winda kir. Îmamoglu li van navçeyan bi piraniya dengan wergirt û hilbêjaran wî hilbijart.    Lê hêjayî bibîr xistinê ye ku li navçeyên AKP bûye yekemîn jî li gorî rêjeya hilbijartina 31’ê Adarê rêjeya wê gellek kêm kiriye.