YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû 2019-06-23 19:24:36   ENQERE – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), diyar kir ku qedexeya weşanê ya der barê encama Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolêde rabûye.    Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, saet di 08.00'an de dest pê kir û saet di 17.00'an de bi dawî bû. Vekirina Sindoqan û jimartina dengan didome. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), diyar kir ku qedexeya weşanê ya der barê encama Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolêde rabûye. Ajansa ANKA daneyên dawî yên encama hilbijartina Stenbolê parve kir. Li gorî daneyên ANKA , sindoq ji sedî 95 vebûn. ANKA diyar kir ku li gorî vê yekê Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu, ji seadî 54.90 puan stendiye. Namzetê AKP'ê yê Stenbolê Binalî Yildirim jî ji sedî 45.10 puan deng stendiye.