Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin 2019-06-23 19:08:52   ÊLIH – Cenazeyên du birayên hev Serhat û Sînan Şanli yên di Çemê Êlihê de fetisîn hat dîtin.    Li derdora Pira Nû ya li ser Çemê Êlihê hatiye çêkirin du birayên hev Serhat (19) û Sînan Şanli (13) ji bo xwe hênik bikin ketin avê û bi avê re çûn û fetisîn. Demek dirêj welatî û ekîbên lêgerînê li cenaze geriyan. Di encama xebata lêgerînê ya bi saetan de cenazeyên her du birayên hev hat dîtin. Cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexşwexaneya Herêmî ya Dewletê ya Êlihê.    Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Demîr jî bi hewara malbatê ve çûn û xebata lêgerînê şopandin. Xizmên her du birayan û gellek welatî jî li ber çem kom bûbûn.