Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî 2019-06-23 18:20:15   AMED – Li navçeya Peyasê agir bi zeviyên genim ket û nêzî hezar donim genim şewitî.    Li taxa Talaytepe ya navçeya Peyasa Amedê ji ber sedemek nayê zanîn li zeviyên genim şewat derket. Bi bandora bayê re şewat li derdorê bi lezgînî belav bû û nêzî hezar donim genim şewitî. Welatiyên derdorê agahî dan ekîbên agirkujiyê û hatin cihê şewatê û bi mudaxeleyê tefandin.