Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan 2019-06-23 18:19:38   MÊRDÎN – Li navçeya Artuklu 4 ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê pêr bi şev 4 ciwan li derdora Medreseya Zîndiriyê piştî kontrola nasnameyê polîsan ew binçav kiribûn. 4 ciwanên bi îdaya “amadekariya çalakiyê dikin” û derbarê wan de “îxbar” heye ku hatibûn binçavkirin piştî li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê îfadeyên wan hatin sitendin hatin berdan.