Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan 2019-06-23 17:41:47 AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd operasyonên li dijî Xakûrkê şermezar kir û li dijî êrîşan banga yekîtiya neteweyî ya kurd li sazî û dezgehên kurdan kir. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li dijî Xakûrkê ya bi ser Herêma Feder ya Kurdistanê ve daxuyaniyek nivîskî da û operasyonê şermezar kir.   Daxuyaniya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a li dijî operasyonê wiha ye:    “Em Kurd di pêvajoyeke awarte de derbas dibin. Di her pêvajoya awarte de hewceye ku Kurd bi hêz bibin û yekîtiya xwe xurt bikin. Hemî Kurd dizanin ku li kîjan aliyê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan hebe jibo hemû Kurdan e. Ger ku destkeftiyan bi hemû Kurdan re parve nekin di dîroka Kurdan de jî gelek mînak heye di civaka Kurd de jî bêîtîbar dibe ev destkeftiyan kurdan dihêre, pûç dike, dihêlîne û tune dike.   ÊRÎŞ PARÇEBÛNA KURDAN KÛR DIKE    Îro dewleta Tirkiyê êrîşê Başûrê Kurdistanê dike, jiyana kurdan dike xeterê. Jiyana yek Kurdek jî ji bo me pir giran buhaye. Ew êrîşa li ser yekîtiya Kurdan e û êrîşa îtîbara hukûmeta Başûrê Kurdistanê ye jî. Hewcetiya herî girîng ew e ku Kurd êdî bi polîtîkayên desthilatdaran ên ‘Kurdên bi min re dijîn neyarê min in, Kurdên bi cîranên min re dijîn dostên min in’ neyên xapandin. Ger ku li ber çavên hemû Kurdan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê dibe her kes bêdeng be, bawerî û îtîbara hemû Kurdan têk diçe, perçebûna di navbera Kurdan de kûr dike, yekitiya Kurdan tune dike.    BANG LI HIKUMETA BAŞÛR KIRIN    Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd naxwazin ku yek Kurd jî di civaka Kurdan de bê îtîbar bibe. Em banga sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî dikin ku destûr nedin êrîşan. Bi taybetî jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê destûr nede, ne dar ne jî mirovek Kurdistanî zirar bibîne. Hele birakujî kuştina hemû Kurdan e!”