Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû 2019-06-23 17:11:21 STENBOL - Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya hat nûkirin de, deng dayîn bi dawî bû.    Piştî Hilbijartina Giştî ya Herêmî ya 31’ê Adarê, Desteya Hilbijartinê ya Biline (YSK) di 6’ê Gulanê de hilbijartina Stenbolê betal kir. Di hilbijartina hat nûkirin de, Stenbolî îro saet 08.00’an çûn ser sindoqan û deng dan. Di hilbijartinê de, bi namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû, namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim, namzetê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar û namzetê Partiya Vatan Mûstafa Îlker Yucel re 16 namzetên serbixwe ketin pêşbirkê.    Lîsteyên hilbijêrên sindoqan ên hilbijartina 31’ê Adarê de, nehatin nûkirin û di vê hilbijartinê de jî hatin bi karanîn. Ji ber ku ev hilbijartin, hilbijartina nûkirinê bû, kesên di vê pêvajoyê de temenê xwe 18 tije kirin û yên ji leşkeriyê vegeriyan deng nedan.    Li 39 navçeyên Stenbolê, 62 girtîgehan û 156 jê seyar, bi giştî 31 hezar û 342 sindoqên dengan hatin danîn.    Hilbijartina Stenbolê saet 17.00’an de bi dawî. Heya ku YSK qedexeya weşanê ranek, dê tu daxuyanî derbarên encamên hilbijartina Stenbolê de neyîn dayîn.