Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt 2019-06-23 16:50:19   EDENE – Li Kozanê, zilamê 20 salî Basil D. xwişka xwe y 16 salî Mukaddes D. kuşt.    Li navçeya Koqan a Edenê zilamekê xwişka xwe ya 16 salî kuşt. Li gorî agahiyan, zilamê 20 salî Basil D. ji bajarekê ku lê dixebitî hat serdana malbata xwe ya li Kolan Eryîgît a Taxa Çanakli dijî. Basil D. dayika xwe şand bazarê, xwişka xwe ya 16 salî Mukaddes D. bi kêrê kuşt. Nehat zanîn ku Basil D. bi çi sedemê xweşka xwe kuşt.    Li ser agahiyê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Polîsna Basil D. binçav kirin û dayika Mukaddes D. Fatma D. li malê krîz derbas kir.