Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de 2019-06-23 16:09:44 ÊLIH - Du birayên hev Serhat û Sînan Çanli yên ji bo hûnik bibin ketin çemê Êlihê, jiyana xwe ji dest dan. Ligel ku bi saetane cenaze di avê de jî, hîna ekîbên AFAD’ê nehatine cihê bûyerê. Welatiyên li cihê bûyerê kom bûn bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê dan.  Du birayên hev Serhat Çanli ê 19 salî û Sînan Çanli yê 20 salî ji bo hûnik bibin, di saetên serê sibê de nêzî Pira Nû ya Çemê Êlihê ketin avê. Her dû bira, piştî demekê ber pêlên avê kitin û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê du birayên hev Çanli yên ber pêlên avê kitin, aliqîn pira li ser çem.    Li ser agahiya welatiyên derdorê, ekîbên Cendirmeyan hatin cihê bûyerê. Cendirmeyan welatiyên derdorê, malbat û xizmên birayên hev Çanli ji cihê bûyerê dûr kirin. Ligel ku bi saetane cenaze di avê de jî, hîna ekîbên AFAD’ê nehatine cihê bûyerê.   Xizmên du birayên hev Çanli yên jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da. Xizmên Çanliyan, ên bi hirs bûn wiha gotin: “Ev 6 saetîn me li vê derê radiwestin. Cenaze li ber çavên me, ji ber pêlên avê yên zêde parçe parçe bûn. Cendirme destûrê nadin ku em mudaxile bikin. Ew bi xwe jî mudaxile nakin. A herî girîng jî ev 6 saetin em li benda ekîbên AFAD’ê ne. Ew jî hîna nehatine. Ger di demekê xwe de mudaxile bihat kirin, dibe ku ciwan bi birîndarî bihat xelas kirin. Îhtîmala vê  yekê hebû.”    Hevşaredarên Êlihê yên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz jî piştî bûyer bihistin çûn cihê bûyer. Hevşaredaran, ketin nava hewldan ku ekîbên lêgerîn û xelaskirinê demildest bên cihê bûyê.    Rawestandina welatiyên derdora cihê bûyerê dewam dike.