Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin 2019-06-23 14:58:55   COLEMÊRG - Li Geverê, cenazeyê ciwanê bi navê Samî Bartin ê bi duçerxê xwest biçe Oremarê ket Çemê Avaşîn, hat dîtin.    Ciwanê 24 Salî Samî Bartin ê xwest bi duçerxê biçe mîhrîcana gundê Oremar a navçeya Gevera ya Colemêrgê, ket Çemê Avaşîn. Xizmên Bartîn ê ket Çemê Avaşin herikin cihê bûyerê. Ligel ekîbên ambûland û agirkuj, ekîbên AFAD’ê jî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêgerîna bi saetan cenazeyê Bartin nêza pira ket avê hat dîtin.   Cenazeyê Batin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.