Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be 2019-06-23 14:51:56 STENBOL – Serokkomarê berê Abdullah Gul li Beyokozê dengê xwe da û got: “Înşellah wê her tişt pirr xweş be.”    Dengdayîna ji bo hilbijartina Stenbolê ya nû dibe berdewam dike. Serokkomarê berê Abdullah Gul jî dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Şehît Îsmaîl Kefal a li taxa Çubuklu ya navçeya Beykoza Stenbolê bikar anî. Gul piştî dengê xwe da daxuyanî da rojanmegeran û got: “Ji bo welat serxêrê be. Li pêşiya me çar sal û nîvên dirêj hene. Înşellah wê her tişt pirr xweş be.”