MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist 2019-06-23 14:49:25   AMED - MEBYA -DER'ê li Tesîsên Demîrokê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û damezrandina xwe aşkera kir. Di kongreyê de Yuksel Almas û Mustafa Uyguner ji bo Hevserokên MEBYA-DER'ê hatin hilbijartin.    Komeleya Piştevaniya bi Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda kirin (MEBYA -DER) 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Tesîsên Demîrokê li dar xist. Di kongreyê de malbatên ku xizmên xwe windakirin, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) yên navend û navçeyan, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera  Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya bi Malabtên Girtiyan re (TUAY - DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Li salonê pankartên " Hûn bi xêr hatin 1'emîn Kongreya Asayî ya MEBYA - DER'ê", "Em bi qasî di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin",  "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Li ser gora min binivîsin deyndarê gelê xwe ye" daliqandin. Beriya ku kongre bê destpêkirin ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Ewil Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz di kongreyê de axivî û diyar kir ku ew dema hatine kongreyê birîna wan ji nû ve wînî bûye û wiha berdewam kir: "Em ji bo têkoşîna ku tê dayîn deyndarên zarokên xwe û şervanan e. Em ji vir silavên xwe ji wan re dişînin. Em bi zarokên xwe şanaz in û wan pîroz dikin. Divê em li komeleya xwe xwedî derkevin. Çeka zarokên me li erdê nema ji ber ku hevalên wan ew çek dewr gitin."   Piştî Kudret Eryilmaz, nûnerên saziyên sivîl mafê axaftinê girtin. Endame Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Emin Ay jî anî ziman ku di rojek wisa de ji bo hest û ramanan peyv têr nakin û wiha got: "Her çend çav nexwazin bibînin, guh nexwaze bibhîze, ziman nexwaze bîne ziman jî em baş dizanin ku tu tişt nikare wan ji dîrokê veşêre. Em ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê yên di bin zilmê de têdikoşin."    DI 4 SALÊN DAWÎ DE MHP-AKP'ê HEMÛ ZILM LI GELÊ KURD KIR   Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku wê bi gelan re têbikoşina xwe bilind bikin û wiha got: "Îktîdara AKP û MHP'ê di 4 salên dawî de tişta nebûyî anîn serê gelê Kurd. Hemû zilm bi serê gelê Kurd de anîn. Lê dîsa bi ser neketin. Me zor û zahmetî dît. Saziyên me girtin. Lê dîsa em tevî gelên xwe û bi saziyên xwe yên nû re li vir in. Bi pêşengiya dayikan û girtiyên zindanan me tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan şikand. Em dê bibin layikê daxwazên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane."    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku ji serdema Osmanî heta îro hişmendiya faşîst a li ser gelê Kurd didome, lê gelê Kurd tu carî bê vîn û bê rûmetî qebûl nekiriye û wê qebûl neke. Ozturk anî ziman ku wê gelê Kurd her dem serbilind be û wê serkeftin ya Gelê Kurd be.    Herî dawî MEBYA - DER'ê rapora xwe ya xebatê aşkera kir.  Ji bo hevserokatiya MEBYA -DER'ê Yuksel Almas û Mustafa Uyguner hatin hilbijartin. Kongere piştî hilbijartina hevserokan bi  dawî bû.