Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da 2019-06-23 14:09:11   BÛRSA - Karkerê înşaeta bendavê Îsmaîl Gultepe yê 54 salî li Navçeya Gemlîk a Bûrsayê ji bilindahiya 70 metreyî ket avê û jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê karkerê şîrketa Înşaetê ya Koma ICC Ltd. Şti. ku di Bendava Mezin a Kumla de kar dikir, ji bilindahiya 70 metreyî ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduritiya Karkeran (ÎSÎGM) diyar kir ku Gultepe dema hesin girêdida, xelata anansorê qetiya û tevî asansorê ket ava bendavê. Gultepe di ava ku 8 metre kûre de fetisî û jiyana xwe ji dest da.