Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket 2019-06-23 13:42:49 AMED - Li Gundê Entaxê yê Navçeya Licê agir bi zeviyên çandiniyêî ket. Di şewatê de gelek zeviyên genim, bax û bostanên welatiyan şewitî. Şewata zeviyan berdewam dike.  Li Gundê Entaxê yê Navçeya Lice ya Amedê di saetên serê sibê de agir bi gelek zeviyên çandiniyê ket. Di şewata zeviyan de gelek zeviyên genim, bax û baxçeyên welatiyan şewitî. Şewata ku di saetên sibê de derket her diçe belav dibe û didome. Welatiyên gund bang li rayedaran kir û xwest bi alîkariya wan biçin û şewatê vemirînin.