Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe 2019-06-23 13:32:32   STENBOL - Namzetê Şaredariya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li navçeya Beylikduzu raya xwe da û got: "Di taliya rojê de wê her tişt pir xweş bibe."   Namzetê Îtîfaqa Millet û CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ji bo hilbijartina Şaredariya Stenbolê ku dubare pêk hat, navçeya Beylikduzu ya Stenbolê çû ser sindoqê û dengê xwe da. Ekrem Îmamoglu, li gel coşek mezin a gel û rojnamegeran dengê xwe avêt sindoqê. îmamoglu piştî dengê xwe avêt sindoqê girsê dirûşmeya "Şaredar Ekrem. Wê Her Tişt Pir Xweş Bibe" berz kirin. Îmamoglu jî piştî deng avêt sindoqê got: "Di taliya rojê de wê her tişt pir xweş bibe." Hevjîna Ekrem Îmamoglu Dîlek Îmamoglu jî li gel Ekrem dengê xwe avêt sindoqê.    ERDOGAN Û ZAVÊ XWE BI HEVRE ÇÛN SER SINDOQÊ   Li aliyê din Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, li gel hevjîna xwe Emîne Erdogan, keça xwe û zavê xwe li Dibistana Saffet Çebî ya Uskudarê çûn ser sindoqê û dengê xwe avêtin sindoqê.    Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî (ÎP) Meral Akşener jî li Stenbolê çû ser sindoqê û dengê xwe avêt sindoqê.