Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir 2019-06-23 12:10:46   ZAXO - Balafirên şer ên TSK'ê gundê Şeraniş yê ajaroka Batûfa ya navçeya Zaxoyê bombebaran kir.   Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer ên TSK'ê di derdora saet 09.00’ê sibehê de girên derdora gundê Şeraniş ya ser bi bajaroka Batûfa ya girêdayî navçeya Zaxoyê ya Duhokê bombebaran kirin. Heya niha têkildarî zirer û ziyanên êrîşa hewayî ya li dijî Şeranişê tu zanyariyek nehat bidestxistin.