Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir 2019-06-23 12:09:28   BEDLÎS – Walîtiya Bedlîsê li 10 gundên girêdayî navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve îlan kir.    Walîtiya Bedlîsê li 10 gundên girêdayî navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe li gundên Xorodents, Gançars, Karvan, Çankes, Salis, Kiryas, Engasor, Çanas, Boblesur û Ozeklî yên girêdayî Tetwanê hat îlankirin. Walîtiyê ragihand ku qedexe saet di 05.00’an de daye destpêkirin û dê heta êvarê saet 20.00’an bidome.    Hat zanîn ku îlankirina qedexeyê re li herêmê operasyona eskerî jî dest pê kiriye.