Li Amedê zarokek mirî hat dîtin 2019-06-21 17:00:07   AMED - Li taxa Ferît Koşku ya Yenîşehîrê, zaroka bi navê Saliha Ayhan li mala xwe mirî hat dîtin.    Li taxa Ferît Koşku ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê zaroka bi navê Saliha Ayhan (15) mirî hat dîtin.    Hat ragihandin ku îro di saetên serê sibehê de malbata Ayhan bi ketina malê de cenazeyê keça xwe dibîne. Malbata Ayhan angaşt kir ku keça wan bi çekê întihar kiriye. Hat ragihandin ku cenazeyê Ayhan rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî û li benda encama otopsiyê ye. Têkildarî mirina Ayhan agahî nayên bidestxistin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.