Taş: Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê 2019-06-21 16:59:25 STENBOL – Rêveberê Baroya Rihayê Necatî Taş di Nobeta Edaletê de axivî û bal kişand ser qewimandinên di demên dawî de yên li Rihayê û got: “Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê.”    Nobeta Edaletê ya her meh bi malovaniya baroyekê tê lidarxistin, vê mehê bi beşdariya 19 baroyan pêk hat. Baroyan çalakî li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê li dar xist û Parlamentera HDP’êya Stenbolê Oya Ersoy, Parlamenterên CHP’ê yên Stenbolê Sezgîn Tarnikulu, Gursel Tekîn, Mahmut Tanal û gellek kes beşdar bûn û pankarta “Her tişt ji boedaletê” vekirin.     ‘EM Ê XWEDÎ LI EDALETÊ DERKEVIN’    Di çalakiyê de wilî Wekîlê Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk axivî û got ji bo di 23’ê hezîranê de xespkirina maf pêk neyê çi wezîfe bikeve ser milê wan dê pêk bînin û dê li her deverê xwdî il edaletê derkevin.    ‘TÊKOŞÎNA DARAZA ADIL DÊ BIDOME’    Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan jî diyar kir ku ew li cem parêzerên zext li wan tê kirine û got: “Têkoşîna me ya ji bo daraza adil wê dewam bike.”    ‘ÎŞKENCEYA LI KURDAN TÊ KIRIN JI NEDÎTÎ VE TÊ’    Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Necatî Taş jî axivî û bal kişand ser bûyerên di demên dawî li navçeyên Rihayê Siwêreg û Xalfetiyê diqewimin û got: “Li Rihayê binpêkirina mafan, îşkence û komkujî pêk tên. Di 18’ê gulanê de li navçeya Xalfetiyê di nav de zarok û jin jî ku hebûn îşkence li 51 welatiyan hat kirin. Em ji wê rojê ve têkoşîna hiqûqek mezin didin. Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê. Bila hemû îşkencekarên tirsonek bizanibin, em ê li ser vê axê îşkenceyê biqewirînin û em ê ji bo ji bo edalet û demokrasiyê têbikoşin.”    ‘EM Ê BAJAR BI BAJAR BIGERIN’    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî anî ziman ku rojeva Tirkiyeyê di halek perîşan de ye û got: “Di rojeva Tirkiyeyê de kuştina jinan, îstîsmarkirina zarokan didome. Îşkence kirin, binpêkirina mafan, binpêkirina mafên bingehîn û azadî didome. Talankirina xwezayê didome. Yanî bi van rojevan mirovan nikare behsa xweşiya li Tirkiyeyê bike. Li dijî van hemû pêkanînan em ê bajar bi bajar bigerin û behsa edaletê bikin.”    ‘TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’    Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî destnîşan kir ku edalet palpişta jiyankirina mirovî ye û got: “Qey ew dibêjin ku em ê bêdeng bibin, teslîm bibin û serê xwe bitewînin. Lê me roja ewil jî got û em dibêjin; em ê bêdeng nebin, teslîm nebin û serê xwe li ber netewînin. Teqez em ê bi ser bikevin.”    ‘BAWERÎ BI DARAZÊ NEMAYE’    Endama Baroya Stenbolê parêzer Evrîm Îşler jî li ser navê baroyan daxuyaniya hevpar xwend û got: “Bi salane li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê didome. Di serdema AKP’ê li Tirkiyeyê bawerî bi darazê nemaye.”    Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.