Baroya Amedê komkujiya Sîweregê şermezar kir 2019-06-21 16:09:09   AMED - Baroya Amedê di 181'emîn hefteya bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de, komkujiya ku xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Zulkifîkar Îzol kir, şermezar kir.    Baroya Amedê, di hefteya 181'emîn de, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a Navçeya Sûrê hat kuştin, li pêş Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Endam û rêveberên Komaleya Mafê Mirovan û parêzerên baroyê tevlî çalakiyê bûn. Rêveberên Baroyê wêneyê Tahîr Elçî û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.    181 HEFTE DERBAS BÛN HÊJ FAÎL NEDÎTINE    Rêveberê Baroya Amedê Muhlîs Ogurgul, diyar kir ku di ser kuştina Elçî re 181 heftê derbas bû, lê hêj faîl nehatiye dîtin û wiha got: "Forensic Archtiecture ya Beşa Mîmariya Edlî ya Zanîngeha Londrayê  der barê kuştina Elçî de rapor amade kir. Têkildarî raporê me ys 14'ê Kanûna 2018'an de xwest şikdarê bi guman lêpirsîn bê destpêkirin û darizandin. Me serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da. Lê der barê yek şikdarî de jî lêpirsîn nehat kirin û îfadeya tu kesî nehat girtin. Piştî raporê ji bo raporek din bê amadekirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosya bi awayekî xwelî ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re şandin. Ji bo kujer bên darizandin û hesap bê pirsîn em dixwazin Dozgeriya Komarê ya Amedê bi baldarî û ji dil kar bike. Heta ku faîlê Tahîr Elçî neyê dîtin û gav neyê avêtin emê dest ji vê dozê bernedin û heta dawî emê bişopînin. Em destûr nadin ku dosya bibe dosyaya kujer nediyaran.    EMÊ DOSYA KUŞTINA LI SÎWEREGÊ BIŞOPÎNIN   Ogûrgul, destnîşan kir ku êrîşa li navçeya Sîweregê ya di 15’ê Hezîranê de pêk hatiye 6 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Têkildarî bûyerê ji malbatê zarokê dayik û bavê wî hat kuştin, dîmen kişandin û di medya civakî de belav kir û di çapemeniyê de cih girt. Em weke Baro Amedê vê êrîşa hovane ya dawî li mafê jiyanê anî şermezar dikin.”   'EMÊ ŞOPDARÊ VÊ BÛYERÊ BIN'   Ogûrgul diyar kir ku wê weke her carê aliyê heq, hiqûq û mafê jiyanê biparêzin û got: “Ji bo ku kesên ev êrîşe pêk anî bên dîtin, darizandin û bên cezakirin, emê hemû alîkariya hiqûqî bidin malbatê. Ji bo lêpirsîneke bi bandor bê kirin emê şopdarê dozê bin."      Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranînan Tahir Elçî, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat li dar xistin.