Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol li Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin kiriye 2019-06-21 14:52:16   ENQERE - Hat angaştkirin ku parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ku navê wî di komkujiya Siwêregê ya ku 6 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû de derbas dibe, li Meclisê bi parlamenterên AKP'î re hevdîtin pêk aniye.    Di komkujiya roja 15'ê Hezîranê li navçeya Siwêregê ya Rihayê ku pêk hatibû de Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş û Serdar Delen jiyana xwe ji dest dabûn. Dîlan Îzol ku di kokujiyê de dayik, bav, pismam û amojna wê hatibûn kuştin dîmenên komkujiyê kişabndibû û li ser medya civakî parve kiribû. Piştî vê yekê birayê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol jî di nav de 5 kes hatibûn girtin.    Dîlan Îzol diyar kiribû ku komkujî ne bûyereke hêsan a zeviyê ye, bi malbatê ji aliyê Zulfîkar Îzol ve tên tehdîtkirin û fermana komkujiyê ji aliyê Zulfîkar Îzol ve hatiye dayîn. Li gel ku navê Zulfîkar Îzol ji aliyê xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ve tê derbaskirin jî heta niha derbarê wî de tu kirariyeke qanûnî nehatiye destpêkirin.     Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol piştî komkujiyê di 19'ê Hezîranê de li beşa Têkiliyên Gel a Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin pêk aniye.