Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çûn Qendîlê 2019-06-21 14:28:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ji pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê çûn Qendîlê û li dijî operasyonên TSK'ê yên dagirkirina axa herêma Kurdistinê helwesta xwe nîşan dan. Pêşmergeyan, diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyeyê ne.   Nerazîbûnên gelê Herêma Kurdistana Federe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ên Xakurkê her roja diçe zêdetir dibin. Komek pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriyê ketin nava liv û tevgerê.   Komek ji pêşmergeyên Dêrîn ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta Başûr nîşan bide, bi kinc û çekên xwe yên pêşmerge çûn Qendîlê û dema gehiştin Qendîlê daxuyanî dan çapemeniyê. Pêşmergeyan, diyar kirin ku li dijî dagirkeriyê ew bi gerîla re ne û xwestin ku hikumet tavilê dawî li bêdengiya xwe bîne û li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bide.   'EM BI GERÎLA RE NE'   Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Hewkar Kawa daxuyanî da û got: "Dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikumeta herêmê jî li pêşberî dagirkeriyê bêdeng e. Em bang li hikumetê dikin ku li dijî vê hewldana dagirkeriyê û tinekirinê derkeve. Pêşmergeyên Dêrîn wê li ber vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û em radigihînin ku em bi xwişk û birayên xwe yên gerîla re ne."   Piştî daxuyaniyê pêşmergeyên Dêrîn serdana ciwanên mertalên zindî jî kirin  û gotin: "Em çalakiya we pîroz dibînin û piştgiriya xwe diyar dikin."